Haberler / Blog
VASHAB’e HÎŞYARİYEK GIRÎNG !
Tarih: 25 06 2026 | 50Li navçeya Edremîtê ya parêzgeha Wanê rewşek rabûsê (kuduz) hatiye tespîtkirin. Ev rewş ji bo tenduristiya gel xetereyek cidî û acîl ava dike.
Nexweşiya rabûsê nexweşiyeke zoonotîk e ku dikare bibe sedema mirinê û xetera belavbûnê jî gelek bilind e. Ji ber vê yekê, divê hemû welatiyên me li van xalên jêr baldar bin:
- Nabe ku bi tu awayî nêzîkî heywanên bê sahib an heywanên ku tevgerên wan şikbar in bibin.
- Heke heywanek kesek bite, bixurîne an salyaya heywanê bi kesek re bikeve têkiliyê, divê bê dereng serî li saziyên tenduristiyê were kirin.
- Divê aşiyên rabûsê yên heywanên malê di cih de werin kontrolkirin û heke kêmasî hebe, divê bê dereng werin temamkirin.
- Tevgerên heywanên şikbar divê bê windakirina demê ji şaredariyê û saziyên pêwendîdar re werin ragihandin.
Bi girîngî ji raya giştî re tê ragihandin.
Yekîtiya Parastina Heywanên Bê Sahîb a Parêzgeha Wanê
